Abdullahiyan, bi serokê buroya siyasî yê Hamasê Îsmaîl Henniye re hevdîtin kir

01 November 2023 02:26 0 dîtin
Abdullahiyan, bi serokê buroya siyasî yê Hamasê Îsmaîl Henniye re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan li Qatarê bi serokê buroya siyasî yê Hamasê Îsmaîl Heniyye re hevdîtin kir. Ragihandin ji terefê televizyona Îrane ya fermî de hat kirin.

Di hevdîtinê de li ser rewşa Xezzayê û Fîlîstînê axifîn. Abdullahiyan her weha bi Emirê Qatarê bi Şêx Temim bin Hamed Al Sani re û paşî bi hemkarê xwe bi Şêx Muhammed bin Abdurrahman Al Sani re hevdîtin kir.

Abdullahiyan îro seredana Tirkiyê dike û wê bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan re hevdîtin bike.