Lavrov, bi serokê buroya siyasî ya Hamasê Heniyye re li Moskovayê hevdîtin kir

13 September 2022 01:57 0 dîtin
Lavrov, bi serokê buroya siyasî ya Hamasê Heniyye re li Moskovayê hevdîtin kir

PeyamaKurd – Li Moskovayê rêxistina Hamasê û wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov hevdîtinekî kirin. Rêxistina Hamasê ji aliyê Amerîka de rêxistina terorê tê qebûlkirin. Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Rûsyayê wezîr Lavrov; bi Henniye û heyeta pê re li Moskovayê hevdîtin kiriye.

Her dû teref li ser mesela Fîlîstînê, pêşdeçûnên li Rojhilata Navîn axifîne, Lavrov behsa girîngiya yekgirtina Fîlîstînê kiriye û gotiye ku divê doza fîlîstînê di çarçoveya biryarên Neteweyên Yekgirtî û konseya asayîşa NY de, bi Îsraîlê re bêçareserkirin.

Hem heyeta Hamasê bi nûnerê taybet yê serokê Rûsyayê Vladimir Putin ku nûnerê Rojhilata Navîn û welatên Afrîkaye, bi Mihail Bogdanov re bi hûrahî şêwra xwe kirine.