Hamaney li Tahranê bi Serokê Buroya Siyasî yê Hamasê re civiya

05 November 2023 21:08 0 dîtin
Hamaney li Tahranê bi Serokê Buroya Siyasî yê Hamasê re civiya

PeyamaKurd- Li gor agahiyên ku Ajansa Nûçeyan a Îranê IRNA belavkiriye, Pêşengê Îranê Hamaney bi Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniyye re civiyaye û jê agahiyên li Xazzeyê gohdarî kiriye.

Li gor heman çavkaniyê Hamaney jî piştgiriya xwe ji bo Hamasê û berxwedana wan a li Xazzeyê diyar kiriye û daxwaz kiriye ku hem civakên navneteweyî û hem jî dewletên Îslamî piştigiriya gel û welatiyên li Xazzeyê bikin kiriye.