Serokê MHPê Devlet Bahçeli birin nexwesxanê

05 February 2025 23:41 0 dîtin
Serokê MHPê Devlet Bahçeli birin nexwesxanê

PeyamaKurd – Serokê MHPê Devlet Bahçeli ji ber nexweş ket ew birin nexweşxanê. Ragihandin ji aliyê cîgirê serokê giştî yê MHPê Semih Yalçın de hat kirin.

Semih Yalçın got ku bi sedema zêde dikuxe ew birine nexweşxanê û rewşa tenduristiya wî başe. Yalçın got:

“Civîna partiya me ya vê heftê ji ber Bahçeli bi kuxikê ketiye, civîn betal bûye. Tevî rewş wehaye, hinek der û dor li bazarê gotinên derew digerînin, niyeta wan xerabe û tevliheviyê dikin. Ji ber kuxika wî baş nebû, doktor dixwazin tehlîlên din bikin. Rewşa wî başe û em radigihînin raya giştî.”