Serokê PIAyê Ahmet Kaya hat desteserkirin

08 June 2024 11:10 0 dîtin
Serokê PIAyê Ahmet Kaya hat desteserkirin

PeyamaKurd – Serokê PIAyê Ahmet Kaya yê ku li Diyarbekirê di saetên serê sibê de bi ser mala wî de hat girtin, hat desteserkirin.

Serokên Partiya Însan û Azadiyê (PIA) ragihandin ku Ahmet Kaya danê sibê hatiye desteserkirin.

Çavkaniyên partiyê ji Rûdawê re diyar kirin ku îro danê sibê derdora saet 06:00ê tîmên antî-terorê bi ser mala Ahmet Kaya de girtin û ew desteser kirin.

Heta niha nehat hînbûn ku Ahmet Kaya ji ber çi sedemê hatiye desteserkirin.