Serokê YNKê, serdana rayedarên PYDê kir

21 December 2022 17:00 0 dîtin
Serokê YNKê, serdana rayedarên PYDê kir

PeyamaKurd- Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, di serdana xwe ya Rojava ya ku duh pêk hatibû de çû serdana rayedarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevdîtin pêk hanî.

Bafil Talebanî, di serdana xwe ya bi hevserokên PYDê û berpirsên Rêveberiya Xweser a Rojava de civînek li dar xist û hat ragihandin ku beriya vê civînê, Talebanî bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî re hevdîtinek pêk haniye. 

Hat ragihandin ku di civîna bi rayedarên PYDê re hat kirin de Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî Rêxistina Terorê ya IŞÎDê General Matthew McFarlane jî amade bûye.

Di civîna ku Talebanî bi hevserokên Partiya Yekîtiya Demokratîk Asya Ebdullah, Salih Muslim û endama Komîteya Hevserokatiya PYDê Foza Yûsif re civiya de bi rêya malpera fermî ya PYDê hat destnîşankirin ku di hevdîtinê de mijarên îstiqrar û aştiyê yên li herêmê hatine gotûbêjkirin û hat destnîşankirin ku divê têkiliyên di navbera partiyên Kurd de bên xurtkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev serdana yekem a Talebanî ya ji bo Rojava, rastî pêvajoyeke hesas hatiye.

Her wiha hat zanîn ku Rêveberê Giştî yê Dijî Terorê yê YNKê Wehab Helebceyî jî ligel Bafil Talebanî bûye.