Serokomarê Finlandiyayê, helwesta Tirkiyeyê nirxand

30 January 2023 17:30 0 dîtin
Serokomarê Finlandiyayê, helwesta Tirkiyeyê nirxand

PeyamaKurd- Serokomarê Finlandiyayê Sauli Niinisto, di derbarê helwesta rayedarên Tirkiyeyê ya ji bo endamtiya NATOyê de axivî. Niinisto da zanîn ku helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî wan, baştir bûye.

Sauli Niinisto, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku piştî daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ku duh di derbarê Finlandiyayê de dabû, wan bi Tirkiyeyê re "demildest" têkilî daniye.

Niinisto amaje kir ku Finlandiyayê hem bi rêya Serokomariyê hem jî bi rêya Wezîrê Karên Derve Pekka Haavisto, ligel rayedarên Tirkiyeyê ketine nav pêwendiyê û got,

"Li ser vê mijarê, me bi Wezîrê Karên Derve Haavisto re li hev kir. Kabîneya min, bi şêwirmendê Erdogan re Haavisto jî bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê re hevdîtin pêk hanî."

Niinisto da zanîn ku di daxuyaniyên Serokomar Erdogan de zêde "nezelalî" û "şert û merc" hene, lê di vê pêvajoyê de helwesta Tirkiyeyê ya di vê mijarê de "guheriye û pêş ketiye." 

Serokomarê Finlandiyayê bi berdewamî got, "Niha ne dema wê ye ku mirov li ser hin daxuyaniyan bi şert û merc dest bi şîroveyan bike. Li Tirkiyeyê dîmenê giştî, bi daxuyaniya Erdogan re neguheriye û em hîn jî li ser piyan in. Daxuyaniyên ku pêşkeftina gotara veguherîner a Tirkiyeyê temsîl dikin û nirxa wan ev e. Ji ber vê yekê em ê li ser xeta xwe bisekinin. "

Niinisto, li ser Swêdê jî got ku "Min gelek caran gotiye ku girîng e bi Swêdê re tevbigerin. Beşek ji feydeya ku Finlandiya ji endamtiya NATOyê distîne ew e ku Swêd jî endamê NATOyê ye. Ev ne parçeyek diyarker e, lê ev tişteke ku divê li ber çavan bê girtin e.”