Serokomarê Tirkiyeyê serdana Diyarbekirê dike

11 October 2022 13:35 0 dîtin
Serokomarê Tirkiyeyê serdana Diyarbekirê dike

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di çarçoveya mîtînga AKPê û merasîma vekirina çend projeyan, serdana Diyarbekirê dike.

Li gor zanyariyan Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, roja 15ê Cotmehê serdana Diyarbekirê dike û beşdarî mîtînga partiya xwe ya li Qada Îstasyonê û merasîma vekirina çend projeyan dibe.

Herwiha tê çaverêkirin ku Erdogan di mîtîngê de qala pirsgirêka Kurd û gavên ku di heyama AK Partiyê de hatine avêtin bike. Li gorî zanyariyan, Erdogan wê di heman rojê beşdarî hin çalakiyên Festîvala Rêya Çandê ya Sûrê jî bibe.