Serokomarê Tirkiyeyê, spasiya Serok Barzanî kir

09 February 2023 17:31 0 dîtin
Serokomarê Tirkiyeyê, spasiya Serok Barzanî kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê Ofîsa Serok Barzanî ve hatin ragihandin, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, ji bo hevxemî û alîkariya Herêma Kurdistanê ya mirovî, spasiya Serok Mesud Barzanî kir.

Hat ragihandin ku îro Serok Barzanî û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, bi rêya telefonê axivîne û di derbarê rewşa herêmên erdhejê de dan û stendin kirine.

Hat diyarkirin ku Erdogan, ji bo hevxemî û alîkariyên ku ji aliyê Herêma Kurdistanê ve ji bo herêmên erdhejê hatine kirin, spasiya Serok Barzanî kir.

Beriya niha di 6ê Sibatê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Diyarbekir, Semsûr, Meletî, Kilîs û Xarpêtê yên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê, erdhejeke mezin rû da û ji ber wêraniya mezin, bi deh hezaran can bûn qurbanî.

Ji aliyê AFADê ve jî hat ragihandin ku heta niha di erdhejê de 12 hezar û 391 kesan canên xwe ji dest dane û 62 hezar û 914 kes jî birîndar bûne.