Serokwezîr Barzanî, serkosulê Rûsyayê qebûl kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li payîtext Hewlêrê serkonsulê Rûsyayê Maxim Rubin qebûl kir. Barzanî di hevdîtinê de ji ber wezîfa wî ya nûh, Rubin pîroz kir û jê re di karê wî yê nûh de serkeftinê xwest.
Maxim Rubin jî ragihand ku Rûsya dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bipêş bixe. Di hevdîtinê de li rewşa giştî ya Iraqê, arîşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê ji bo li ser bingeha destûrê çareser bibin axifîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin