Serokwezîr Barzanî û Borîs Johnson civiyan

19 April 2022 16:19 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî û Borîs Johnson civiyan

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson re dest bi civînê kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, derbasî ofîsa Serokwezîriya Brîtanyayê bû û ji aliyê Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ve bi dilgermî hat pêşwazîkirin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson di pêşwaziyê de got ku pêwendiyeke wan a girîng ligel Herêma Kurdistanê heye. Johnson da zanîn ku herî dawî dema ew Şaredarê Londonê bûye, wî serdana Hewlêrê kiriye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di axaftina pêşwaziyê de kêfxweşiya xwe ji hevdîtinê anî zimên. Serokwezîr Barzanî got, “Ez kêfxweş im em ê li vê derê li ser berjewendiyên me yên hevbeş û pêşxistina pêwendiyan gotûbêjê bikin.”