Sîstanî banga hilbijartina pêswext kir

20 December 2019 17:43 0 dîtin
Sîstanî banga hilbijartina pêswext kir

PeyamaKurd – Merciyê Olî yê Şîeyan li Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî li ser aloziya berdewam û xwepêşandanên Iraqê, bal kişand ser metirsiya şerê navxweyî û banga hilbijartina pêşwext kir.

Berdevkê Sîstanî, Alî Kerbelayî daxuyaniya siyasî ya Sîstanî piştî xutbeya îniyê ragihand, Sîstanî gotiye, “Ji bo derketina ji krîza heyî û welat ber bi şerekî navxweyî ve neçe, bi yasayeke hilbijartinê ya bi însaf û komiseriya serbixwe ya hilbijartinê pêwîste hilbijartina pêşwext were kirin.”

Sîstanî herwiha piştî îstifaya Serokwezîr Adil Ebdulmehdî ava nekirina hikûmeta nû jî rexne kir û got ku hikûmeta were avakirin divê di warê têkoşîna dijî gendeliyê û parastina serweriya Iraqê de cidî be.

Sîstanî daxwaz kir ku hikûmeta were avakirin, divê li ser bixebite ku dûrî çekan û destwerdana derve hilbijartina pêşwext encam bide.