Stoltenberg, bersiva Serokomarê Tirkiyeyê da
PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, bi rêya daxuyaniyekê, bertek nîşanî gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ên li ser erêkirina endamtiya NATOyê ya Swêdê da.
Jens Stoltenberg, bi rêya televîzyona Die Welt a li Almanyayê, nirxandinên mijarên di rojeva cîhanê de ne kir.
Stoltenberg li ser berteka Erdogan a li ser şewitandina Qurana Pîroz a li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Swêdê ku gotibû,"Heger hûn hurmetê li baweriyên olî yên Komara Tirkiyeyê an jî li baweriyên Mislimanan ên olî negirin, hûn ê di derbarê NATOyê de ji me tu piştgiriyekê nebînin.” axivî.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg, bi rêya qenala televîzyonê axivî û got,
"Azadiya derbirînê û azadiya ramanê, li Swêd û welatên din ên endamên NATOyê, dewlemendiyeke bi qîmet e. Ji ber vê yekê kiryarên bi vî rengî yên ne guncav, bixweber dijqanûnî tên diyarkirin. Hikûmeta Swêdê, bi eşkereyî ev kiryar şermezar kir û got ku ew jî li dijî heqaretên bi vî rengî yên li kesên din û li kolanên Stockholmê şahediya vê reftarê ne."
Jens Stoltenberg da zanîn ku ew bi Swêd û Finlandiyayê re ku ji bo endamtiya NATOyê pêdiviya wan bi erêkirina Tirkiyeyê heye re di nav têkiliyan de ne û têkiliya xwe ya bi Tirkiyeyê re berdewam dike û got,
"Ez ji Macarîstan û Tirkiyeyê daxwaz dikim ku di meclîsên xwe de pêvajoya erêkirina xwe bilezînin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin