Tirkiyê 221 koçberên Afxanî vegerand Afxanîstanê
PeyamaKurd – Tirkiyê 221 koçberên Afxanên bi rêyên derqanûnî derbasî Tirkiyê bûbûn vegerandin Afxanistanê.
Li Tirkiyê piştî rexneyên zêde yên opozisyonê di van demên dawî de, hikûmetê li ser koçberiya neqanûnî gav avêtin.
Hat zanîn ku Tirkiye di çarçoveya vegerandina koçberan de, 221 koçberên ji Afxanistanê ku ji aliyê tîmên ewlehiyê ve hatibûn girtin, birin navenda vegerandinê û prosedurên wan temam bûn. Ew bi belgeya geştê ya ku ji aliyê Rêveberiya Koçê ve hat dayîn, birin Balafirxaneya Stenbolê.
Koçberên Afxanî bi balafirê vegerandin Afxanistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin