Tirkiyê deriyê Ewropayê li koçberan vekir
PeyamaKurd - Hikûmeta Tirkiyê derî li penaberên li welatê wê vekir û ango dê rê li ber kesên dixwazin biçin Ewropayê negire.
Piştî êrîşa li ser leşkerên Tirkiyê li bajarokê Seraqib a Idlîbê ku bi kêmanî 33 kesan canê xwe jidest dabû, karbidestên dewleta Tirkiyê eşkere kiribû ku dê derîyê Ewropayê li koçberan veke ango dê ji koçberên ku bixwazin ji Tirkiyê ber bi welatên Ewropayê ve biçin nebe asteng.

Piştî vê biryarê bi sedan penaber ji Stenbolê ber bi parêzgeha ser sînorê Ewropayê Edîrneyê ketin rê.
Ji aliyê din ve hêjayî gotinê ye ku karbidestekî Dewleta Tirkiyê ji Ajans France Press (AFP) re gotiye, êdî em deriyên Ewropayê li penaberan nagirin.
Herwiha wî karbidestê Tirkiyê eşkere jî kiriye penaber dikarîn ji Tirkiyê ber bi Ewropayê ve biçin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin