Trump: Divê OPEC bihayê petrolê daxîne
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump bi sedema bihabûna petrolê endamên OPEC ê sûcdar kir û ji sektora petrolê xwest ku bihayê petrolê daxînin.
Trump, di ser hesabê xwe yê Tweeterê de got: “Divê OPEC bizanibe ku bihayê petrolê zêde bûye û di vê mijarê de kêm tiştan dikin. Ew bihayan zêde dikin û Amerîka bi bedeleka biçûk endamên OPECê diparêze. Divê ev rê bi çûn û hatin be. Divê niha bihayan daxînin.”
Piştî axaftinên Trump bihayê petrola Brentê 0.68 daket û bû 77.71 dolar. Petrola Texasê ya Rojava 0.62 daket û bû 73.68 dolar.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin