Ukrayna: Amadekariyên hicûmê gihîstin qonaxa dawî!

28 April 2023 20:11 0 dîtin
Ukrayna: Amadekariyên hicûmê gihîstin qonaxa dawî!

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Ukraynayê Oleksii Reznikov, derbarê şerê hêzên wan bi Rûsyayê re de daxuyanî da û ragihand, amadekariyên bo hicûma ser hêzên rûsî ber bi dawiyê ve diçin.

Reznikov da zanîn ku amadekariyên hicûma dijî hêzên rûsî gihîştine qonaxa dawî û got,hevpeymanan beşek çek û cebilxane radest kirine û perwerdeya bo wan cûreyên çekan ber bi dawiyê ve diçe.

Reznikov, bal kişandiye ser ku wan çekên modern û pêşketî wergirtine û ji bilî tankên Leopard 2 li bendê ne ji bo serketina hicûmê hîn zêdetir tankên Abrams bo wan werin şandin.

Wezîrê Ukraynî herwiha got: “Em bi awayekî gerdunî amade ne. Bi izna xwedê û biryara fermandaran em ê dest bi hicûmê bikin.”