Ukrayna: Em derbasî hicûmê dibin, heta Îlonê em wê herêmê rizgar dikin!
PeyamaKurd – Berpirsekî Ukraynî ragihand ku ew dê bajarê Hersonê yê niha ji aliyê Rûsyayê ve hatiye dagirkirin û wêrankirin, heta meha Îlonê paşde bistînin.
Şêwirmendê rêveberiya devera Herson a girêdayî Kîevê Sergiy Klan, ji televizyona Ukraynayê re daye xuyakirin ku ew dê teqez heta meha Îlonê Hersonê azad bikin û wê hemû planên dagirkeriyê werin pûçkirin.
Klan diyar kiriye ku di qada şer de, rewş veguheriye û di demên dawî de, piraniya operasyonên leşkerî yên artêşa Ukraynayê serkeftî bûne.
Herwiha da zanîn ku ew êdî bi temamî derbasî hicûmê dibin û got, artêşa Ukrayna bi alîkariya çekên menzîldirêj ên ji wan re hatine, kêm be jî niha li başûrê Hersonê pêşveçûn bi dest xistiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin