Ukrayna: Hejmara qurbaniyan, gihîst 40î
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku hejmara kesên ku di êrîşa moşekî ya Rusyayê ku şemiya borî li dijî Dniproyê kiribû de hejmara miriyan her ku diçe zêde dibe. Li gorî agahiyên Zelenskiy, hejmara kuştiyan, gihîştiye 40 kesan.
Volodimir Zelenskiy, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyameke bi vîdeo parve kir û ragihand ku bîlançoya êrîşa li dijî Dniproyê hatibû kirin, her ku diçe girantir dibe.
Zelenskiy got, "Ji sibê pê ve dê dîplomasiya me ya di derbarê berevaniyê de çalaktir bibe. Foruma Davosê dê dest bi xebatên xwe bike. Dengê Ukraynayê dê li ser vê platforma ku li seranserê cîhanê girîng e, were bihîstin."
Serokê Dewleta Ukraynayê diyar kir ku hejmara kesên ku di êrîşa moşekî ya ku Rusyayê li ser bajarê Dnipro yê Ukraynayê pêk hanî de jiyana xwe ji dest dan derket 40î û got ku dengên 22 kesan nayê bihîstin û li herêmê xebatên lêgerîn û rizgariyê berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin