Xeza: Hejmara qurbaniyan, gihîst 8 hezaran
PeyamaKurd- Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku li Şerîda Xezayê ya ku ev 23 roj in di bin êrîşên dijwar ên Îsraîlê de ye, hejmara miriyan ji 8 hezaran derbas bûye.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Eşref el-Qudraye, di civîna çapemeniyê de diyar kir ku di 24 saetên dawîn da 302 kesên din li Xezayê mirine.
Kudra got ku ji 7ê Cotmehê bi vir ve di êrîşên Îsraîlê da hejmara kesên ku li Xezayê mirin derket 8 hezar û 5an ku 3 hezar û 342 jê zarok û 2 hezar û 62 jê jin in.
Her wiha hat diyarkirin ku hejmara birîndaran jî derket 20 hezar û 242yan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin