Ukrayna: Hejmara qurbaniyan, her ku diçe zêde dibe!
PeyamaKurd- Ji aliyê saziyên pêwendîdar ên Ukraynayê ve hat ragihandin ku ji ber encamên êrîşên Rusyayê yên ku duh li dijî bajaran tên kirin de hejmara qurbaniyan zêde dibe. Li gorî agahiyên hatin parvekirin, bi dehan kuştî û birîndar hene.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Serwîsa Lezgîn a Ukraynayê ve hatin ragihandin, êrîşên ku li Kiev û bajarên din hatine kirin, bûne sedema gelek mirin û birîndariyan. Hat ragihandin ku di van êrîşên hatine kirin de 19 kes hatine kuştin û 105 kes jî birîndar in.
Di daxuyaniya hat dayîn de hat ragihandin ku ji ber êrîşên hatine kirin, li 301 wargehên ku Kiev û Lviv jî di nav de ne, elektrîk hatiye qutkirin.
Hêzên Rus, duh bi moşek, roket û balafirên bê mirov ên kamikazeyê, êrîşî Lviv, Kiev, Dnipro û gelek bajarên din ên Ukraynayê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin