Hejmara kesên ku ji ber Koronavîrûsê can dane her diçe zêdetir dibe

05 February 2020 11:31 0 dîtin
Hejmara kesên ku ji ber Koronavîrûsê can dane her diçe zêdetir dibe

PeyamaKurd - Hejmara kesên ku li Çînê û cîhanê ji ber nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane, gihîşt 493 kesan.

Hejmara mirî û nexweşên nexweşiya koronayê her roj zêde dibe.

Li gorî zanyariyan, hejmara miriyên nexweşiya Koronayê, ku piranî li Çînê ne, îro danê sibê gihişt 493 kesan.

Hejmara kesên ku vîrûs ketiye canê wan jî gihiştiye 24 hezar û 324 kesan.

Li gorî daneyên dawî, heya niha vîrûsa Koronayê derbasî 18 welatên cîhanê bûye.

Herwiha Komîsyona Saxlemiya Netewî (NHC) ragihand ku di 24 saetên borî de 65 hezar kes mirine ku 3 hezar û 887 kes ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Li Wuhanê ji ber kêmasiya nexweşxane û doşekan, stadyûmek, navendeke pêşangehê jî di nav de 3 avahî kirin nexweşxane û ji bo muayeneû dermankirine nexweşiyên Koronayê têne bikaranîn.