Li Fransayê tevdîr têne sistkirin, hejmara qurbaniyan zêde dibe
PeyamaKurd - Medya Frensî ragihand li Fransa hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê jîyana xwe ji dest dane ji nû ve bilind bûye.
Li gor daxuyanîya Wezareta Tendirustiyê ya Fransayê roja Yekşemê ji ber vîrusa koronayê 70 kes mirine û ew hejmar di 24 saetên dawî de gihiştiye 263 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Fransa dibêje ku dibe ku ew zêdebûn ji ber ragihandina dereng ya mirinên vîrusa korona çêbûye.
Hikûmeta Fransayê duh di 11’ê Gulanê de di çarçoveya asayîkirina jiyanê de dest bi sistkirina tevdîrên dijî vîrusa korona kiribû.
Li gorî daneyên dawîn ên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Fransa zêdetir ji 177 hezar kes bi nexweşiya korona ketine û 26 hezar û 646 kes ji ber nexweşiya koronayê jîyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin