Ukrayna: Me dest bi hicûmê kir…
PeyamaKurd – Seroka Ragihandina Medyayî ya Artêşa Ukraynayê Nataliya Gumenyuk, ragihand ku hêzên Ukraynayê li herêma Khersonê dest bi operasyona hicûmê kirine.
Gumenyuk, di televizyoneke herêmî ya Ukraynayê de da xuyakirin, Hêzên Çekdar li Khersonê dest bi operasyona hicûmê ya paqijkirina hêzên rûsî kirine, lê ji ber sedemên ewlehiyê herêmên operasyonê eşkere nekirin.
Nataliya Gumenyuk herwiha gotiye, li herêmên rojhilat hêzên ukraynî serkeftinên girîng bi dest xistine û ji bo yekîneyên dijmin bi bombardimanên asmanî êrîşî cihê sivîlan nekin hurgiliyan eşkere nakin.
Li aliyê din şeva borî Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelensky jî di peyame vîdyoyî de ragihandibû ku hêzên wan Khersonê hêdî hêdî rizgar dikin û hêzên wan parastina herêmên başûr Mikolayiv û Zaporijyayê didomînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin