Ukraynayê, bersiva gotinên Erdogan da
PeyamaKurd- Li ser gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ku di hevdîtina xwe ya ligel Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin de derketin pêş, rêveberiya Ukraynayê daxuyanî da û vebijêrka ku Erdogan pêşkêş kir, wekî ‘tune’ pênase kir.
Di hevdîtina navborî ya ku di rojên borî de li Soçiyê hatibû kirin, Erdogan ji Putin re gotibû ku
"Divê rêveberiya Ukraynayê, nêzîkatiya xwe nerm bike." ji aliyê rayedarên Ukraynayê ve hat bersivdayîn û hat gotin ku "Werin em rastgo bin û dev ji nîqaşkirina vebijarkên ku li holê tunene, berdin."
Bersiva gotinên Erdogan, ji aliyê Şêwirmendê Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy Mihaylo Podolyak ve hat dayîn.
Mihaylo Podolyak, ji Reutersê re axivî û got, "Divê Ukrayna li kîjan herêmê nerm bibe?" Em ê piştgiriyê nedin tu siyaseteke ku ji Rusyayê re tawîzê dide.”
Podolyak, li ser mijara ku ji bo Rusya vegere peymana genim, pêdivî bi rakirina hin ambargoyan li ser Moskowê dike jî axivî û got ku di peymaneke muhtemel de Ukrayna pêşwaziya rakirina sizayan nake.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin