Walîyê Diyarbekirê bi koronayê ket

18 January 2021 16:40 0 dîtin
Walîyê Diyarbekirê bi koronayê ket

PeyamaKurd – Parêzgarê bajarê Diyarbekir yê Bakurê Kurdistanê Munîr Karaloglu, bi vîrusa koronayê (Covid-19) ket.

Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglû li ser medya civakî ragihand ku ji ber çend nîşaneyan wî roja Yekşemê testa xwe ya vîrusa koronayê kiriye û encama testa wî ya Covid-19 pozîtîf derketiye.

Karaloglu got ku ew niha li mala xwe ye û pêvajoya dermankirina wî ji mal didome.

Parêzgarê Diyarbekiê gotiye, rewşa wî gelek baş e û heta niha ti rewşeke neyînî li ser peyde nebûye.