Li Diyarbekirê di 24 saetên dawî de 14 kesan ji ber Koronayê can dan
PeyamaKurd – Li Diyarbekirê di 24 saetên dawî de, 14 kes ji ber Koronayê can dan û 2 hezar kesên din bi Korona ketin.
Şaxa Diyarbekirê ya Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê, amarên 24 saetên dawî yên Diyarbekirê eşkere kir û diyar kir, encamên taqîkirina 2 hezar kesan pozîtîf derketine û 14 kesên din jî bi Koronayê can dane, herwiha 80 kes jî di bin çavdêriya hûr de ne.
Wezareta Tendirustiya Tirkiyeyê jî da xuyakirin, di heyama 24 saetan de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 126 kes bi Korona mirin û nêzîkî 25 hezar kes bi Korona ketin.
Di nexşeya Koronayê de, piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê bi rengê sor bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin