Li Diyarbekirê karmendeke din a tenduristiyê ji ber Koronayê can da
PeyamaKurd – Ji ber Koronayê, li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê, karmendeke din a tenduristiyê can da û bi vê jî li Diyarbekirê hejmara xebatkarên tendirustiyê yên ku bi Koronayê can dane, gihîşt 9 kesan.
Navê wê karmenda tendirustiyê ya li Diyarbakirê roja Duşemê 21ê Îlona 2020ê can da, Esra Alakuş bû û 45 salî bû. Ji roja 8ê Îlona 2020ê ve li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Gazîyaşargîl a Diyarbekirê tedawî didît.
Li gor amarên Platforma Tendirustî ya Diyarbekirê, li sînorê wê parêzgehê heta niha 722 xebatkar û fermanberên tendirûstiyê bi Koronayê ketine û bi mirina Esra Alakuş hejmara karmendên tendirûstiyê ku bi Koronayê can dane, gihîşt 9 kesan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin