Waliyê Kerkûkê rojnamevanê Kurd mehkûm dike!
PeyamaKurd- Waliyê Kerkûkê yê Ereb yê ku hatiye tayînkirin Rekan Cibûrî ji 19 rojnamevanan re biryara girtinê derxist. Ji van 19 rojnamevanan 16 jê Kurd in.
Sekreterê Sendîqaya Rojnamevanên Kurdistanê yê Şaxê Kerkûkê Mehdî Ziryan ragihand ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê, zext û zorên li ser rojnamevanan gelekî zêde bûne. Heta niha di derheqê 40 rojnamevanî de zebta qanûnî hatiye kirin.
Ziryan wiha dewam kir: “Walî Cibûrî talîmat daye hêzên ewlehiyê ku di derheqê hemî rojnamevanan de lêpirsînê bide destpêkirin. Hinek rojnamevan jî bi rêxistinên terorî ve têne girêdan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin