Wê li Hindistanê hilberîna Kalasnikofan bêkirin

07 December 2021 01:55 0 dîtin
Wê li Hindistanê hilberîna Kalasnikofan bêkirin

PeyamaKurd – Şîrketa sanayiya bergiriyê ya Rûsyayê Kalaşnikof bi Hindistanê re peymanekî îmze kir û li gor peymanê wê 600 hezar kalaşnikofên ‘AK-203’ model bên hilberîn û teslîmê wezareta bergiriyê ya Hindistanê bênkirin.

Li gor ragihandina nivîskî ya Kalaşnikofê; ji bo li Hindistanê hilberîna kalaşnikofan bêkirin, pisporên Rûsya û Hindistanê kedekî zêde serf kirine. Di nivîsê de weha hat gotin:

“Bi peymanê wê di navbera Rûsya û Hindistanê de di warê leşkerî-teknîk de rûpeleka nû vebe, 600 hezar AK-203 model kalaşnikof li Hindistanê li bajarê Korvayê di mehên pêşiya me de, hilberîna wan bêkirin. Hilberîna bêkirin wê teslîmê wezareta bergiriyê ya Hindistanê bêkirin.”

Wezîrê karên derve yê Hindistanê Subrahmanyam Jaişankar jî ragihand ku wê di vê mehê de sîstemên Rûs yên S-400 an bên şandin û di demên pêşiya me de wê sewqiyat dewam bike.