Hilberîna asiya Sputnik-V yê dê li Tirkiyê bêkirin

23 January 2021 23:32 0 dîtin
Hilberîna asiya Sputnik-V yê dê li Tirkiyê bêkirin

PeyamaKurd – Rûsya ragihand ku peyman îmze kirine da aşiya Kovid-19 ê ya Rûsyayê ya bi navê Sputnik-V yê li Tirkiyê hilberînin. Fona Veberhênanê ya Rasteras ya Rûsyayê (RDIF) ragihand ku bo aşiyê hilberînin bi fîrmayekî derman ya Tirkiyê re peyman îmze kirine.

RDIF ragihand ku di navbera her dû welatan de gav hatine avêtin û weha got:

“RDIF li Tirkiyê bo hilberîna aşiya Sputnik V yê bi fîrmaytekî li pêş yê Tirkiyê Peyman îmze kirine û dest bi transfera teknolojiye kirine.Li gor peymanê wê 500 mîlyon doz hilberînin û bo miqdarê zêde hevdîtin dewam dikin. Hilberîn bo bazara navxwe û derveye.”