RAPOR | Demokrasiya Tirkiyê di asta cîhanê de daket rêza 147an

02 September 2022 21:18 0 dîtin
RAPOR | Demokrasiya Tirkiyê di asta cîhanê de daket rêza 147an

PeyamaKurd - Zankoya V-Dem ya Zanîngeha Gothenburg a Swêdê ku her sal endeksa demokrasiya welatên cîhanê parve dike “Rapora Demokrasiyê” ya salan 2022an eşkere kir.

Di endeksa demokrasiyê ya V-Dem de, derketiye holê ku Tirkiye di nava 179 welatan de di rêza 147an de ye. Wekî sedema daketina asta demokrasiyê li Tirkiye jî deshilatdariya wê ya AK Partiyê hatiye nîşandan ku salên dawî bûye rejîmeke otokratîk.

Ji ber vê jî di 10 salên dawî de Tirkiye ketiye nava welatên herî antî-demokratîk û di rêzbendiya asta demokrasiyê de ku daketiya rêza 147an.

Herwiha di raporê de hatiye diyarkirin ku welatên ji demokrasiyê dûr dikevin bandorê li ser welatên din jî dikin û li herêma Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn (MENA) Yemen û Tirkiye 2 welatên rejîma xwe veguhestine otorîteriyê ne.