Weqfa Ehmedê Xanî hat damezirandin

25 April 2019 13:35 0 dîtin
Weqfa Ehmedê Xanî hat damezirandin

PeyamaKurd – Li Paytexta Holandayê Amsterdamê Weqfa Ehmedê Xanî hat damezirandin. Helbestkar û wergêr Kawa Nemir kordînatoriya weqfê dike

Kawa Nemir li ser hesabê xwe yê facebookê bi daxuyaniyekê ragihand ku Weqfa Ehmedê Xani li Amsterdamê hatiye damezirandin.

Kawa Nemir ev daxuyanî da:

“Weqfa Ehmedê Xanî li Amsterdamê hat damezirandin. Ez kordînatorê wê me. Heta ku rûpela weqfa me ji alîyê min ve bi xweşikî bihête vesazkirin û birêkûpêkkirin, hûn jî berê xwe bidinê, biecibînin û bişopînin da ku bila piştevanî û yarmetîya we jî di van kar û xebatên weqfê de hebe. Tika ye di rûpelên xwe de belav bikin da ku bigihîje gelek kesan.”

Weqfa Ehmedê Xanî 10ê Gulanê bi beşdariya helbestkar Berken Bereh, Mehmet Çetin muzîkjen Elénore Fourniau, Hozan Dîno û Monir Goran yekem bernameya xwe li dar dixe.