Wezîra Berevaniya Fransayê li Hewlêrê ye

27 August 2020 16:48 0 dîtin
Wezîra Berevaniya Fransayê li Hewlêrê ye

PeyamaKurd - Wezîra Berevaniyê ya Fransayê Florence Parly ku şeva borî gihiştibû Bexdayê û bi berpirsên Iraqî re hevdîtin kiribûn îro gihîşt Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê.

Wezîra Fransî û şanda bilind a ligel wê li Herêma Kurdistanê wê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re bicivin.

Tê çaverêkirin têkoşîna dijî DAIŞê, hevkariya Fransayê ligel hêzên Pêşmerge û rêkeftina ligel artêşa Iraqê jî di hevdîtinan de werin gotûbêjkirin.

Li gorî zanyariyan yek ji mijara girîng a serdana Wezîra Fransî jî operasyonên Tirkiyê yên bi hinceta PKKê bi ser Herêma Kurdistanê de pêk tîne ye.