Yekem kestiya genimê Ukraynayê gihîst Stenbolê
PeyamaKurd – Yekem keştiya genimê Ukraynayê, li Deryaya Reş gihîşt Tirkiyê.
Li gor ajansa nûçeyan a AFPê diyar kir, yekem keştiya genimê Ukraynayê gihîşt bendera bakurê Stenbolê û biryar e keştiya ku dirêjahiya wê 186 metre ye, ji aliyê Tirkiyê ve pişkinîna wê were kirin.
Li gor zanyariyan, keştî 26 hezar ton genimê Ukraynayê hinardeyî Trablus a li bakurê Lubnanê dike.
Hewiha ev yekem keştî ye ku piştî rêkeftina Stenbolê ya navbera Ukrayna û Rûsyayê bi çavdêriya Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî, genim vediguhezîne cîhanê, ku wê bibe sedema kêmbûna bihayê genim li cîhanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin