Yekîtiya Ewropayê, alîkariya lekserî da Ukraynayê

24 September 2023 17:30 0 dîtin
Yekîtiya Ewropayê, alîkariya lekserî da Ukraynayê

PeyamaKurd- Komîsyona Ewropayê ragihand ku wan 1,5 milyar Euro Piştgiriya Makro-Dravî daye Ukraynayê û hat ragihandin ku bi vê alîkariyê re giştî 13,5 milyar euro piştgiriya YEyê gihîştiye Ukraynayê.

Di daxuyaniyeke nivîskî ya Komîsyona Ewropayê de "Ev piştgirî dê alîkariya Ukraynayê bike ku dayîna mûçe û malnişînan berdewam bike û kar û barên gelemperî yên bingehîn ên wekî nexweşxane, dibistan û avakirina xaniyan ji bo mirovên niştecih bixebitîne bihêle."

Her wiha hat diyarkirin ku ew ê rê bide Ukraynayê ku aramiya makroaborî bi dest bixe û binesaziya xeternak wekî binesaziya enerjiyê, pergalên avê, torên veguheztinê, rê û pirên ku ji aliye Rusyayê ve hatine hilweşandin vegerîne."

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen, li ser vê alîkariya ku hat dayîn daxuyanî d aû got ku

“Tenê îsal me 13,5 milyar euro da ku alîkariya Ukraynayê bikin ku nexweşxane, dibistan û karûbarên din biparêze. Piştgiriya me ya domdar ji meh bi meh di heman demê de ji Ukrayna re dibe alîkar ku mûçe û teqawîdan bide. Ev alîkariya bilez û maqûl li gorî hewcedariyên welêt tê vesazkirin û di heman demê de reformên veguherîner ên li Ukraynayê jî bi pêş ve dibe.”