Yoon: Ez ê heta dawiyê ser bikim!

02 January 2025 09:35 0 dîtin
Yoon: Ez ê heta dawiyê ser bikim!

PeyamaKurd – Yoon Suk Yeol ê ku ji serokatiya Koreya Başûr hat dûrxistin, anî ziman ku welatê wî di xetereyê de ye û diyar kir ku 'ji bo parastina welat ew ê heta dawiyê têbikoşin'.

Serokomarê berê yê ku piştî biryara îlankirina rewşa leşkerî ya li Koreya Başûr ji wezîfeya xwe hat dûrxistin

Yoon Suk Yeol di peyamekê de xîtabî alîgirên xwe kir.

Li gorî Yonhap, Yoon peyama ku li ser kaxezek ku bi îmzeya xwe nivîsandibû, ji alîgirên xwe yên ku li ber avahiya serokatiyê ya li Seulê kom bûn, bi rêya kesê sêyemîn re ragihand.

Yoon îdia kir ku Koreya Başûr ji ber çalakiyên hêzên navxweyî û derva û komên dijî dewletê yên ku serweriyê binpê dikin di metirsiyê de ye û spasiya alîgirên xwe kir û diyar kir ku ew hewlên wan li ser medyaya civakî şopandiye.

Yoon di peyama xwe de wiha got: "Ez ê bi we re heta dawiyê ji bo parastina vî welatî şer bikim."