11. Salvegera Komkujiya Roboskî: Malbat daxwaza xwe ya edaletê dubare dikin
PeyamaKurd – Malbatên kesên di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dane di salvegera komkujiyê de daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin.
Li gundê Ortasu yê navçeya Qilaban a Şirnexê, di 28ê Kanûna 2011an de saet di navbera 21.39-22.24'an de hêzên Çekdar ên Tirk (TAF) 4 bombe li gundiyên ji sînor derbas dibûn, barandin. Di encama bomberdûmanê de piraniya wan zarok 34 kes mirin.
Tevî ku 11 sal di ser qetlîamê re derbas bûne jî, hemû lêpirsînên der barê berpirsyar û kiryaran de hatine girtin û daxwaza edaletê ya malbatan didome.
Li Roboskî di salvegera qetlîamê de qurbanî li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin