14 jinên îranî bi nameyeke vekirî bang li Xamaney kirin

07 August 2019 20:42
14 jinên îranî bi nameyeke vekirî bang li Xamaney kirin

PeyamaKurd - 14 çalakvan û parêzerên jin li Îranê daxwaz ji Rêberê Olî yê Îranê, Elî Xamenêyî kirin ku dest ji desthilatê berde. 

Li Îranê her diçe hejmara kesên daxwaza dest ji kar berdana Rêberê Komara Îslamî, Elî Xamenêyî dikin, zêdetir dibe. 14 çalakvan û parzerên jin ên ku li nav Îranê dijîn, bi namyeke vekirî daxwaz ji Rêberê Îranê, Ayetullah Elî Xamenêyî kirin dest ji kar berde. 

Çalakvan û parêzerên jin di nameya xwe de dibêjin: “Komara Îslamî desthilateke dijî jin e, hemû nirxên mirovî ji nav birine, lewra ew daxwazê dikin ku desthilat bi temamî were guhertin û destûreke nû ji bo Îranê were nivîsîn, û Elî Xamenêyî jî dest ji desthilatê berde.” 

14 çalakvanên jin dibêjin, jinên din ên li Îranê jî dikarin bibin kesên hejmar 15 ê vê nameya wan a vekirî.