15 endamên meclisa saredariyê yên HDPyî hatin dûrxistin
PeyamaKurd - Li Erziromê 15 endamên meclisa şaredariyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin dûrxistin.
Li navçeyên Gosî, Tatos û Karaçobanê yên bajarê Erziroma Bakurê Kurdistanê, Erziromê 15 endamên meclisa şaredariyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji kar hatin dûrxistin.
Dûrxistina wan endamên HDPyî yên meclisa şaredariyên her sê navçeyên bajarê Erziromê bi biryara Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê hatiye encamdan.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, tenê bi hinceta ku di derbarêê wan endamên meclisa şaredariyê yên HDPê de lêpirsîn tê kirin, biryara dûrxistina wan kesan daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin