Hevsaredara Sûrê û 2 endamên meclisa saredariyê hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Îro danê sibehê di serdegirtina malan de li Amedê Hevşaredara Sûrê Filiz Buluttekin hat desteserkirin.
Li navçeya Sûrê ya Ameda bakurê Kurdistanê hevşaredara ji partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Filiz Buluttekin û 2 endamên meclisa wê şaredariyê hatin desteserkirin.
Hêzên ewlekariya li mala Buluttekin û 2 endamên meclisê lêgerîn kirin.
Hat diyarkirin ku kesên hatin desteserkirin birin Miduriyeta Polîsan a Amedê û derbarê wan de lêpirsîna edlî hêj didome.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin