150 malbatên Êzidî yên Efrînî koçî Herêma Kurdistanê kirine

22 August 2024 16:08 0 dîtin
150 malbatên Êzidî yên Efrînî koçî Herêma Kurdistanê kirine

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku zêdetirî 150 malbatên Êzidî yên Efrînê ku piştî dagirkirina Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê ji Efrînê koç kirine hatine Herêma Kurdistanê û beşeke mezin ji wan li parêzgeha Duhokê bi cih bûne.

Nûnerên Êzdiyên Efrînê yên li Herêma Kurdistanê dibêjin ew ji ber metirsî û nearamiyê nikarin vegerin Efrînê, lê belê Duhok ji bo wan wareke bi ewle ye.

Yek ji Êzdiyên ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê Sedûn Hesen ku niha li parêzgeha Duhokê dijî, bi karê dirûnê debara xwe dike. Sedûn Hesen dibêje ku ji ber niha rewşa Efrînê ne aram e û wek Êzidiyekî li ser jiyana wî metirsî heye, ew nikare vegere Efrînê.

Sedûn ji K24ê re got: “Niha metirsî li ser miletê me Êzidî li Efrînê pir e, ew me gawir dibînin û dibe ku em werin kuştin. Ji ber wê me her tiştê xwe li gund li şûn xwe hîşt û reviyan. Ew hemû kurdan wek milhid dibînin, bi taybetî Êzidiyan, kuştin û serjêkirina me helal dibînin.”

Zêdetirî 35 malbatên Êzdî yên Efrînê li Dihokê bicih bûne, nûnerê wan dibêjin, ew nikarin vegerin Efrînê, ji ber ku her kesê ku vegere dê rastî jenosîdê bê, yan dê neçar bikin ku ola xwe biguherîne, yan jî were kuştin.

Nûnerê Êzidiyên Efrînê li Duhokê Şahîn Henan dibêje: “Niha em hatine Duhokê û ti ferq cudahî nîne. Xelkê Duhokê rêzê li me digirin. Dema me digot em Êzidî ne û xelkê Efrînê, wan digot: Ser ser û çavan.”

Li gor amaran, 150 malbatên Kurdên Êzidî yên Rojavayê Kurdistanê reviyane Herêma Kurdistanê.

Li Efrînê, Êzidî li 23 gundan diman, lê belê niha piraniya wan gund û warên xwe bicih hîştine û koçî Herêma Kurdistanê kirine.