17 milyar Dînar heqê genimê cotkarên Duhokê gihîst bankeyên Herêma Kurdistanê

18 August 2022 21:06 0 dîtin
17 milyar Dînar heqê genimê cotkarên Duhokê gihîst bankeyên Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hikûmeta Iraqê, bi qasî 17 milyar dînar şandiye bankeyên Herêma Kurdistanê ku ew heqê genimê cotkarên Kurdistanê ye û dê li wan were dabeşkirin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberê Rêbeveriya Bazirganiya Dexlûdan a Duhokê Nazim Koçer, heqê cotkaran gihîştiye bankayên Herêma Kurdistanê û wê di demeke nêz de bi ser cotkaran de bê dabeşkirin.

Hat diyarkirin ku 17 milyar Dînarên ku hatine şandin, milyarek û 228 milyon Dînar heqê cotkarên Sayloya Feydiyê ye û li Banka Gare ya Duhok tê dabeşkirin, 10 milyar û 822 milyon heqê Sayloya Şêxan e û li Banka Şêxan tê wergirtin, ji bo cotkarên Sayloya Zaxo jî 4 milyar û 945 milyon Dînar ji bo Banka Xabîr hatiye şandin.

Hat eşkere kirin ku heta niha 39 milyar û 100 milyon Dînar heqê genimê cotkarên parêzgeha Duhokê hatiye şandin ku hîn 309 milyar Dînar heqê cotkarên Kurdistanê yên salên 2014, 2015 û 2016an li cem hikûmeta Bexdayê maye ku 92 milyar Dînar ji wê jî heqê cotkarên Duhokê ye.