Bexdayê 5 milyar dînar pereyên cotkarên Kurdistanê sand
PeyamaKurd - Bexdayê 5 milyar Dînarên cotkarên Herêma Kurdistanê şand Hewlêrê ku di çend rojên bê de li cotkaran tê belavkirin.
Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê li Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamil ji K24ê re ragihand, daneya yekem a pereyên genimê cotkarên Herêma Kurdistanê, 5 milyar Dînar ji Bexdayê gihîşt Hewlêrê.
Şêx Kamil diyar kir, ji wê daneyê, 2.5 milyar ji cotkarên parêzgeha Silêmaniyê, 1.5 milyar ji cotkarên Hewlêrê û 1 milyar jî ji cotkarên Duhokê re ne û di çend rojên bê de tên belavkirin.
Newzad Şêx Kamil bi bîr xist, salên borî hatina pereyên genimê cotkarên Herêma Kurdistanê ji Bexdayê dereng diketin, lê îsal daneya yekem zû hat.
Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê li Herêma Kurdistanê got: “Tevahiya pereyên genimê cotkaran ên sala 2020an hatine belavkirin. Pereyên salên 2014, 2015 û 2016 jî, 268 milyar Dînar hatine belavkirin û zêdetir ji 307 milyar Dînar mane û hewlên me ji bo wergirtina wê beşa mayî berdewam e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin