2 jinên kurd ketin Parlamena Ewropayê
PeyamaKurd - Hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê (PE) diyar bûn. Du jinên kurdên Ewropa di hilbijartinên Parlemana Ewropa de bûne parlamenter.
Li gor encamên destpêkê yên nefermî, di hilbijartinên Parlaman Ewropayê de du jinên kurd Evîn Încir ji Partiya Sosyal Demokratên Swêdê (SSU) û Ozlem Alev Demirel jî ji Partiya Çepên Almanyayê hat hilbijartin û ketin parlamanê.
Serketina te pîroz bî, Evin Incir pic.twitter.com/Sgi3P7sGho
— Rinas Karkari (@KarkariRinas) 27 Mayıs 2019
Evin Incir li Uppsala hiqûq xwendiye û bi temenê xwe yê 34 salî di lîsteya Partiya Sosyal Demokratên de yek ji berendamên herî ciwan e. Lê digel vî temenê xwe jî ew xwediyê tecrûbeyeke siyasî ya demdirêj e.
Wê di rêvebiriya ciwanên sosyaldemokrat SSU de cî girtiye, sekreteriya giştî ya ciwanên sosyaldemokrat a cîhanê kiriye, di navenda Palmementer de xebitiye û niha cîgira sekretera navneteweyî ya Partiya Sosyal Demokratên e.
Loma jî di nav Partiya Sosyal Demokratên de bi taybetî ji aliyê siyasemedarên kohne ve piştgiriyek ji bo wê tê ditin.
Evîn Încîr ku di zarokatiya xwe de ji bakurê Kurdistanê hatiye Swêdê û dibêje tesîreke mezin a bûyerên li welêt li ser pirsên ji bo wê girîng çêbûye dibêje ev pirs îro jî pir girîng in.
Arkadaşımız, yoldaşımız Özlem Alev Demirel'i, Avrupa Parlamentosu'na göndermeyi başardık.
— Aziz Koçyiğit (@azizkocyigit) 27 Mayıs 2019
Özlem, işçi ve emekçilerin sesi ve kulağı olacak.
Yeni görev ve mücadelesinde başarılar diliyorum.
Birlikte güçlüyüz... pic.twitter.com/rxZn2HmJge

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin