Du jinên Kurd ketin Parlamentoya Ewropayê

10 June 2024 18:06 0 dîtin
Du jinên Kurd ketin Parlamentoya Ewropayê

PeyamaKurd – Du jinên Kurd ên bi navên Evîn Încîr û Ozlem Demirel ên ji Bakurê Kurdistanê, di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de mafê parlamentariyê bi dest xistin.

Hemwelatiyên 27 welatên Ewropayê, ji bo hilbijartina 720 kursiyên Parlamentoya Ewropayê di navbera rojên 3 û 9ê Hezîranê de çûn ser sindoqan. Di hilbijartinên Ewropayê de 7 namzedên Kurd jî beşdarî kirin.

Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinan, du jinên Kurd ên bi navên Ozlem Demîrel li Almanyayê û Evîn Încîr jî li Swêdê bi ser ketin.

Ozlem Demîrel ji Almanyayê bû namzed

Ozlem Demîrel a endama Partiya Çep a Almanyayê, ji bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê ye ku di 5 saliya xwe de ligel malbata xwe çûye Almanyayê.

Ozlem Demîrel ku 40 salî ye di heyama borî de jî li Parlamentoya Ewropayê parlamenter bû.

Evîn Încîr li Swêdê hate hilbijartin

Namzeda jin a din jî Evîn Încîr a sala 1984an li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye ji şeş saliya xwe ve li Swêdê dijî. Încîr di nav Ciwanên Sosyal Demokrat de siyasetê dike.

Încîr û Demîrel wê ji bo 5 salan parmlamentariyê di Parlamentoya Ewropayê de bikin.