2 kes ji zîndanê bi îzin derketin û bi tivingan bera hewa dan: 4 birîndar

18 August 2024 01:01
2 kes ji zîndanê bi îzin derketin û bi tivingan bera hewa dan: 4 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê 2 kesên ku bi îznê ji zîndanê derketin, di rê de tivingên di destê xwe de bera hewa dan. Di encamê de 4 kes birîndar bûn. Polîs ji bo kesên han dest bi operasyonê kir da wan bigre.

Bûyer, duhî bi şev li navça Onikişubatê li taxa Akçakoyunlu li, ser kolana Şehit Evliya Efendi qewimî. Li gor ragihandinê; 2 kesên bi navên B.A. û S.T. ku ji zîndanê îzin sitendibûn û derketibûn îznê, bi şev seet di 01.30an de, di destê wan de tivingên wan û hema bera hewa dan.

Lê di encamê de 2 kesên ji vardiyê dihatin yên bi navên N.T. (32), H.Ç. (32), û di wê wextê de 2 kesên di marketê de tiştnan dikirîn yên bi navên Y.E.Ç û H.E. birîndar kirin.

Piştî dengê tivingan hat bihîstin, polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Kesên di bûyerê de birîndar bûn yên bi navên N.T., H.Ç., Y.E.Ç, û H.E., bi ambûlansan birin nexweşxanê û rewşa wan baş e.

Kesên bûyerê kirin yên bi navên B.A. û S.T. reviyan û polîs ketiye pey wan da wan desteser bike.