Keriyên berazan derketin ortê û xelk tirsiya
PeyamaKurd – Li bajarê Mûşê û derdora wê ji ber barîna berfa zêde keriyên berzan derketin ortê û ji xwe re li xwarinê digerin. Ji ber berazan jî xelk ditirse ku êrîşê wan bikin an zerarê bidin çandiniya wana.
Dîmenên berazan li nêzî navça Gimgimê (Varto) ya bi ser Mûşê de hat kişandin. Di dîmenan de li dora 10 berazî li ortê digerin. Di berf û sermaye de gelek ajal dertên ortê da ji xwe re xwarinê peyda bikin. Eger beraz zerarê nedin xelkê û çandiniyê wan, dibe ku xelk destê xwe nede wan.
Li gor tevgera berazan xelk jî ji xwe re tedbîrên xwe digrin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin