Serokwezîr Barzanî gihîşt Misirê: Wê bi Sîsî re bicive

21 December 2025 09:20

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi serdaneke fermî gihîşt Misirê û hate ragihandin ku wê ligel berpirsên Misirê û Serokomarê Misirê Ebdulfettah el Sîsî re hejmarek hevdîtinan pêk bîne.

Serokwezîr Barzanî gihîşt Misirê: Wê bi Sîsî re bicive
Euronunews

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi serdaneke fermî gihîşt Misirê û hate ragihandin ku wê ligel berpirsên Misirê û Serokomarê Misirê Ebdulfettah el Sîsî re hejmarek hevdîtinan pêk bîne.

Hate eşkerekirin ku Serokwezîr Barzanî roja Şemiyê 20ê Kanûnê gihîştiye paytexta Misirê Kahîreyê û li balafirxaneyê ji aliyê Wezîrê Çandî Ehmed Fuad Hemo û rayedarên Misrî ve hatiye pêşwazîkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku serdana Mesrûr Barzanî di çarçoveya pêşxistina pêwendiyên dualî û gotûbêjkirina geşedanên dawî yên herêmê ye. Herwiha hate gotin ku dê Mesrûr Barzanî digel rayedarên Misrî bi Serokomar Ebdulfettah Sîsî re jî bicive.

  •