Serokwezîr Barzanî pêswazî li konsulê nû yê Misirê li Hewlêrê kir

01 May 2019 12:43
Serokwezîr Barzanî pêswazî li konsulê nû yê Misirê li Hewlêrê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê nû yê Misirê civiyan û di wê hevdîtinê de konsulê Misirê got ku welatê wî dixwaze pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bi taybetî jî di warên bazirganî û aborî û geştiyarî û zanistî ihêz bike.

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Konsulê nû yê Misirê li Herêma Kurdistanê Ehmed Haris kir û hêviya serkeftinê jê re xwest di karê wî yê nû de. Barzanî tekez kir li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Hewlêr û Qahîrê de di hemû waran de, bi taybetî jî di warên bazirganî û abûrî û geştiyarî de. Derbarê wê yekê de jî tekez kir ku hikûmeta Kurdistanê amade ye ku hevkarî û hêsankariyan bike ji bo bihêzkirina wan pêwendiyan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa qonaxa şerê li dijî DAIŞê û qonaxa piştî wê kir û behsa pêşketina pêwendiyên Hewlê û Bexdayê û baştirbûna rewşa abûrî û hewlên avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Misrê kêfxweşiya xwe bi hevdîtina xwe ya yekem ligel Nêçîrvan Barzanî nîşan da û behsa kar û çalakiyên welatê xwe li Herêma Kurdistanê kir û got ku welatê wî dixwaze pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bi taybetî jî di warên bazirganî û abûrî û geştiyarî û zanistî bihêz bike.